Serokkomar Erdogan: Çima di warê S-400an de me lihev kir dîn û har bûn
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku li Enqerê di civîna serokên şaredariyê de axivî di axavtina xwe de nav neda lê qesta di serî de Amerîka û bi giştî welatên Neteweyên Yekbûyî kir û diyar kir "Dîn û har bûne."
"Amerîka û Îsraîl bo ku ÎHAyan nedin me lebikandin"
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê di civîna serokên şaredariyan de axivî. Erdogan di axavtina xwe de wisa qala mûşekên S-400 û qala SÎHAyan kir: " "Amerîka û Îsraîl bo ÎHAyan nedin me bi salan me lebikandin. Dema ku dan jî tamîrat û tadîlata wan bû sedem ku em pêşve biçin. Amerîka û Îsraîl bo ÎHAyan nedin me bi salan me lebikandin. Êdî ev welat gihaşt asteke wisa ku dikare SÎHA û ÎHAyên xwe çêdike. Ji vê yekê aciz bûne. Ji ber ku me di warê mûşekên S-400an de li hev kir dîn û har bûne. Ew ê çi bûbana? Em ê li benda we sekinîbana. Em jî di warê ewlehiyê de temamê tedbîrên xwe distînin û dê em ê bistînin."(ÎLKHA)