Li Enqerê operasyona Bylockê: 30 binçavî
Li Enqerê di operasyona ku li dijî FETO hat lidarxistin de 30 kesên ku tê diyarkirin bernameya ByLockê bi kar anîne hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgeriya Komare ya Enqerê ve hat destpêkirin de derheqê 79 kesan de qerara binçaviyê hat dayîn.
Di operasyonên ku hatin destpêkirin de heta niha 30 kesên ku tê diyarkirin bernameya ByLockê bi kar anîne hatin binçavkirin.(ÎLKHA)