Bilabaca taybet a xerîdaran bi temametî bê rakirin
Dikandaran diyar kirin ji ber ku di mobîlya û amûrên spî dedaxistina baca taybet a xerîdaran hatiye kirin çûyîn û hatina wan hinekî bê jî zêde bûye.
Dikandarên ku diyar kirin ji ber ku di mobîlya û amûrên spî de daxistina baca taybet a xerîdaran hatiye kirin kêm be jî hinek hatin û çûyîn çêbûye derheqê mijarê de diyar kirin bila daxistin heta dawiya salê bê dirêjkirin û bila baca taybet a xerîdaran bi temametî bê rakirin.
Weke ku tê zanîn berî vê çend mehan ji teref dewletê ve da ku danûstandin ango tevgerî têkeve nava piyasê di warê baca amûrên spî de daxistin hatibû kirin. Dikandarên Entabî yên ku diyar kirin ji ber ku di mobîlya û amûrên spî de daxistina baca taybet a xerîdaran hatiye kirin kêm be jî hinek hatin û çûyîn çêbûye. Dikandaran her wisa derheqê mijarê de diyar kirin bila daxistin heta dawiya salê bê dirêjkirin û bila baca taybet a xerîdaran bi temametî bê rakirin. Dikandar bo vê yekê bang li rayedaran kirin.
Alî Oguzê ku ji temsîlkarên sektorê ye derheqê mijarê de diyar kir bik-la daxistina baca taybet a xerîdaran berdewam bike û dû re wih got: " Divê hikûmet di vî warî de xebatinan bike û daxistinê dirêj bike. Ji ber wesîleya daxistinê hatin û çûyîn ango kar zêdetir bûye, lê belê ji ber ku fîrma heqê amûran zêde kirina ango zemê kirine ev yek tesîreke neyînî li ser me kir."
Erdogan Ustundagê ji dikandarên Entabê ye jî derheqê mijarê de diyar kir daxistin zêde kêrî wî nehatiye û wiha got: " Em wek dikandaran dixwazin daxistina KDV bo temamê berheman bê tetbîqkirin û ji ber vê yekê em teleb dikin ku di vî warî de verastkirinên ji nû ve bên kirin."(ÎLKHA)