Otomobîl gindirî şarampolê: 2 birîndar
Li Entabê otomobîlek ji ber ku ajokara wê hakimyeta dîreksiyonê winda kir gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 27 N 4622 a ku ajokarê wê Omer Şahîn bû dema gihaşt 10emîn kîlometreya Rêbeja Entabê-Nizîpê ji ber ku ajokar hakimiyeta dîreksiyonê winda kir qeza kir û gindirî şarampolê. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Derheqê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.(ÎLKHA)