Bo mûşekên S-400 îmze hatin avêtin
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoğan derheqê mûşekên S-400 ên ku dê ji Rûsyayê dê bên standin de daxuyanî da.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoğan di rêya vegerê ya Kazakîstanê de daxuyanî da endamên çapemeniyê. Erdogan di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir "Bo standina mûşekên S-400 îmze hatin avêtin. Bi qasî ku ez dizanim kaporaya wan jî hatiye dayîn."
Ji Rûsyayê jî derheqê mijarê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji teref Vladamîr Kojînê ku şewirmendê Serokê Dewleta Rûsya yê ku ji Hevkariya Teknîka Eskeriyê mesûl e ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin di navbera wan û Tirkiyê de kontrata derheqê mûşekên S-400an de hatiye îmzekirin û ew ê lor kontratê dest bi harekatê bê kirin.(ÎLKHA)