• DOLAR 32.372
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2325.69
  • ...
Gefxwarinên boykotê"Lûtkeya Îsraîl-Afrîkayê" dan betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Îsraîlê îşxalker ên siyonîst ve hatiye dayîn de hat ragihandin "Yekemîn Lûtkeya Îsraîl-Afrîkayê" ya ku dihat plankirin di 23-27ên Cotmehê de li Lomeya paytexta Togoyê bê tertîpkirin ji ber gefxwarinên boykotê yên welatên Ereban li Togoyê lûtke dan betalkirin û bêyî ku dîrok bê tayînkirin hat taloqkirin.

Weke ku tê zanîn di nava Lûtkeya Afrîkayê de welatên mîna Komereya Afrîkaya Başûr, Fas, Cezayîr, Tunus û Morîtanya heye. Ev welat berî niha bi daxuyaniyeke ku belav kirin destnîşan kiribûn ku ew ê wê lûtkeya ku Netanyahu beşdarî bibe boykot bikin.

Togo bi daxuyaniya ku belav kir diyar kir bi daxwaza Serokkomarê Togoyê hatiye taloqkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir