• DOLAR 32.588
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2498.91
  • ...
Dê û bav naxwazin zarokên wan di korîdorên mektebê de xwarina xwe bixwin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her çiqas ji bo ku di mektebên kul ê perwerdehiya veguhestinî tê dayîn ev mişkîle û problem ji rastê bên rakirin xebat û guhertin hatibin kirin jî halê wan mektebên ku berî guhertinê hatine çêkirin hêj nediyar e.

Li gundê Goktepeya Xalîliya Rihayê ji ber ku di mektebê de xwaringeh tuneye xwendevan di navrojê de xwarinên xwe ji naçarî di korîdora mektebê de dixwin. Huseyîn Yalçinê muxtarê gund e derheqê mijarê de diyar kir ji ber xwaringeh tuneye zarok li erdê xwarina xwe dixwin. Muxtar ji rayedaran teleb kir da ku ji vê meselê re çareyekê bibînin.

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir di sala 2011an de li heremê 200 mekteb hatine çêkirin û di yekî ji van de jî xwaringeh tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di sala 2011an de li heremê 200 mekteb hatine çêkirin û di yekî ji van de jî xwaringeh tuneye. Wek mînak: xwendevanên  derdorê tên mekteba û di dema xwarinê de ji ber ku cihê xwarinê tuneye xwendevan li erdê xwarina xwe dixwin. Ev mişkîle ev demek dirêj e ku berdewam dike. Min daxwazname da Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, ez çûm ba qeymeqam û alîkariyê walî lê belê hemû hewlên min bêencam man."

Rayedarên ku em bi wan re têketin pêwendiyê derheqê mijarê de diyar kirin ji teref Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve ew mektebên kul ê 8 pol hene polek wek xwaringeh hatiye tesîskirin.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir