• DOLAR 32.572
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2421.03
  • ...
 "Bi zorê zarokan birina mektebê ne çare ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn demeke hindik ji vebûna mektebê re ma. Hinek zarok ji ber ku ew ê nû dest mektebê bikin gelekî kêfxweş û bi kelecan in û hinek jî dilbitirs in û hinek jî qet naxwazin berê xwe bidin mekteban û ev yek piştî demekê bi wan re dibe tebîat û ew zarok naxwazin qet bixwînin. Ji ber vê fobiya mektebê ya zarokan pîsporan çend tewsiyeyan li weliyên zarokan kirin.

Psk. Ozlem Soysala k udi Beşa Psîkolojiyê ya Nexweşxaneya Dîcle Memorîalê de dixebite derheqê mijarê de diyar kir dema ku fobiya mektebê tê gotin tiştê divê bê fêmkirin ev e: nexwesteka eseh a çûyîna mektebê ya zarokan. Tirsa mektebê bertekek normal dikare bê qebûlkirin û hesta ku zarok di nav de ye wek fobiyê kare neyê qebûlkirin. Lê belê ger ev halê tirsê heftiyekê zêdetir dewam bike wî wextî mirov dikare qala fobiyê bike."

 "Bi zorê zarokan birina mektebê ne çare ye"

Soysal di berdewama axavtina xwe de diyar kir  bi zorê zarokan birina mektebê ne çare ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Divê mirov wan sûcdar neke, guh bide wan û wan astengên li ber çûyîna wan a mektebê yek bi yek rabike. Divê mezin zarokan ji wan re bibêjin ev tirsa ku pê re heye bi temamê zarokan re heye û divê wisa baweriyê bidinê. Divê di rojên ewil de zarokên xwe bibin hewşa mektebê û bi dorê mekteb û polê da ku zarok hînî mektebê bibin. Ev gavên ku dê bên avêtin dê zarokan hînî mektebê bikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir