• DOLAR 32.578
  • EURO 34.826
  • ALTIN 2417.008
  • ...
 "Di 11ê Îlonê de dikevin nava hewildana dijmintiya Îslam û Qur'anê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî êrîşên 11ê Îlonê yên ku li Amerîkayê hatin kirin  re  weke ku tê zanîn li hember Îslam û nirxên Îslamî herb hat îlankirin. Ji ber vê herba ku hat îlankirin weke ku tê zanîn 11ê Îlonê wek "Roja Xwedîderketina Qur'anê" hat îlankirin.

Kenan Çaplikê ku Koordînatorê Platforma Nesla Qur'anê ye ji ber vê yekê derheqê "11ê Îlonê  Xwedîderketina Li Qur'anê" daxuyaniyek da. Çaplik di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir piştî êrîşên 11ê Îlonê yên ku li Amerîkayê hatin kirin  re  weke ku tê zanîn li hember Îslam û nirxên Îslamî herb hat îlankirin û keşeyekî Amerîkayî ragihand ku ew ê 11ê Îlonê wek roja şewitandine Qur'anê pîroz bikeç û bang li dinyaya kifrê kir.

Çaplik di berdewama axavtina xwe de diyar kir, Xerbî di 11ê Îlonê de dikevin nava hewildana dijmintiya Îslam û Qur'anê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev dijmintiya ku li hember Qur'anê tê kirin din ava Mislimanên alema Îslamê de bû sedema înfîaleke mezin. Ev êrîşa rezîl û elçaq li çar aliyên dinyayê ji teref Mislimanan ve hat şermezarkirin û xwepêşan hatin lidarxistin. Ji ber vê êrîşa ku hat kirin Platforma Nesla Qur'anê vê rojê wek "Roja Xwedîderketina Li Qur'anê" îlan kir."

Çaplik di dawiya axavtina xwe de diyar kir kufr û Xerb ji xwe dijmintiya Îslamê kiriye adet û hedef û got divê Misliman ji her carî zêdetir li Qur'anê xwedî derkevin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir