• DOLAR 32.32
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2296.718
  • ...
Şofêrên TIRan ên ku ji destheqê xwe nerazî bûn qontak girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi dehan şofêrên TIRan ên ku bi şikleke organîzebûyî li  hev civiyan li ber Midûrtiya Gumrukê bo demekî qontakên TIRên xwe girtin. Şofêrên ku tu tiştî bi dest nexistin piştî demekê ji xwe ve belav bûn.

"Di nava heftiyekê de serê tonê 7 dolaran daxistin"

Hamdullah Ortaçê şofêrê TIRê ye derheqê mijarê de diyar kir derdê wan ev e ku li serê tonê 7 dolar ji heqên wan hatiye daxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em mecbûr in ku bixebitin, naxwe ew ê zarokên me perîşan bibin. Me sewqî rêyên din dikin. Wek rêya qeçaxçitiyê.Berî vê heftiyekê ew kirêya ku 20 dolaran dinivîsand îro 13 dolarana dinivîsîne: Di nava heftiyekê de çi bû ku serê tonê 7 dolar ket. Em dixwazin ev yek bê sererastkirin."

Her wisa şofêrên bi navê Semîh Yildirim, Ahmet Demîr û Edîp Irmak jî derheqê mijarê de diyar kirin ew mift û belaş dixebitin, ji ber ku em şofêr ne yek in bihayan dadixin. Ger em bibin yek ew ê wê demê qiymeta me bê zanîn."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir