• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li ber temsîlkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Tahranê protestoya Myanmarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwendevanên ku bi banga Yekîtiya Xwendekarên Zanîngehê li  ber temsîlkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Tahranê li hev civiyan bertek nîşanî  zilm û wehşeta ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve tên kirin.

Di xwepêşana  protestoyê ya ku gelek xwendevan beşdarî bûbûn de bênavber tekbîr hatin avêtin û hat xwestin ku Neteweyên Yekbûyî wê wezîfeya xwe ya eslî bi cî bîne  û zilmê bide sekinandin.

Xwendevanên zanîngehê diyar kirin ger Misliman yek bana û digel hev tevgeriyabana dê ev wehşet çênebûbana. Xwendevan her wisa diyar kirin divê alema Îslamê birînên Mislimanên Arakanî bipêçe.

Huseyîn Hacî Alî Delîganiyê Parlementerê Şahînşehra Îsfahanê ye di xwepêşana ku ji teref Yekîtiya Xwendevanên Zanîngehê ve hatiye tertîpkirin de axivî derheqê meselê de diyar kir çawa ku mesûliyeta Mislimanan a Îslamî hebin bi heman awayî yên însanî jî hene û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Di bergeha vê mesûliyetê de divê hêzeke hevpar a eskerî bê tesîskirin û bo pêşiya vê wehşetê bê girtin gavên ber bi çav bên avêtin û her wisa ji bo birînên wan bên pêçan alîkarî ji wan re bê şandin."

Di xwepêşana protestoyê de çend xwendevanên bi navê Masume Rahimiyan,  Meryem Zakirhani û Muhammed Kerim İsfehani her yek axavtinek kirin. Xwendevanên ku axavtin kirin derheqê mijarê de weha gotin  "Ji wê drama însanetiyê ya ku pêk tê re tu kes bertekê nîşan nade, ji ber ku Misliman û însan in ne xema tu kesî ne.

Em îro li vê derê civiyan da ku em bidin nîşandan Mislimanên Arakanî nehatine jibîrkirin û em dixwazin nîşan bidin ku dengên wan dibîhîzin. Em wek xelkê dikarin tiştinan bikin.  Divê çi tiştên ku ji destên me tên em bikin û li dijî vê wehşetê bertekê nîşan bidin."(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir