• DOLAR 32.38
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2326.131
  • ...
Hurgiliyên êrîşa bombeyî ya li Licê derketin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin îro şeveqê derdora seat 05.50an de bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Qereqola Duruyê ya ku 15 kîlometreyan ji Licê dûr e hat kirin. Di êrîşê de mînîbusa bi plaqeya 33 ACF 42 hat bikaranîn. Hat diyarkirin PKKyiya ku êrîşê li dar xist li cihê bûyerê mir  û eskerekî ku nobedê digirt bi şikleke sivik birîndar bû.

Eskerê ku birîndar bûbû hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Hat diyarkirin ji ber tundiya teqînê di firehiya 11 metroyan û di kûrahiya 5 metroyan de çalek vebû û li gundê Haci Musa jî 2 mal û camiyek û îstasyoneke sotemeniyê zirar dîtin.

Hat hînbûn PKKyiya ku êrîş li dar xistiye pîrek û mînîbûsa ku di êrîşê de hatiye bikaranîn jî doh êvarî ji Hênê hatiye dizîn. Ji ber teqînê di rê de çalek mezin vebû, ji ber vê yekê rê ji trafîkê re hat girtin. Piştî ku rê hat edilandin re ew ê ji trafîkê re bê vekirin.

 Sînan Başakê Qeymeqamê Hênê ye hat cihê bûyerê  tehqîqet kir. Başakê ku hat cihê bûyerê derheqê mijarê de diyar kir doh êvarî ji wan re îxbareke revandine mînîbûsê hatiye û wiha got: "Ji bo nasnameya PKKyiya ku êrîşê tertîp kiriye bê tespîtkirin xebat berdewam dikin. Welatiyên me hizûr û aramiyê dixwazin û cardin naxwazin li Licê bûyerên wisa biqewimin, lewra êdî ji wan hewadîsan aciz bûn."(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir