• DOLAR 32.571
  • EURO 34.909
  • ALTIN 2435.937
  • ...
Di erdheja li Meksîkayê de hejmara miriyan derket 90î
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji ber erdheja di mezimahiya 8.1an a ku li başûrê Meksîkayê pêk hat heta niha 90 kes jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji ber Bagera Katîayê ya ku li rojhilatê Meksîkayê rabû jî hezaz çêbû.

Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pea Nieto di daxuyaniya ku derheqê mijarê belav kir de diyar kir erdheja ku çêbûya di nav sedsala dawîn de erdheja tundtirîn e û li ser 50 milyon însanî tesîr kiriye.

Koordînatorê Parastina Sîwîl Luis Felipe Puenteyê ku li ser hisaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek belav kir jî diyar kir ji ber erdhejê li Oaxacayê 45, Chiapasê 10 û Tabascoyê 3 tev de 90 kes jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir