Cotkarên Êlihî ji ber kêmbûna randimana garis nekêfxweş in
Cotkarên Êlihî yên ku diyar kirin îsal ji ber ku baran zêde bariye rakolteya garisê daxistiye derheqê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku îsal Ofîsa Mehsûlên Axê bihaya kirîna garisan dereng daxuyandina gelek cotkar ji naçarî ketine destên ticaran.
Ebubekir Doganê Sekreterê Giştî yê Odeya Zireatê yê Êlihê yê ku me pê re derheqê mijarê de hevpeyvîn kir derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Doganê ku nirxandinan kir diyar kir îsal nêzî 40-45 hezar doniman garis li Êlihê hatiye çandin û îsal rekolteya ku dihat hêvîkirin nehatiye standin.
"Li gor sala borî di rekolteyê de kêmbûn heye"
Doganê diyar kir ev bû heftiyek li Êlihê paleyiya garisan dest pê kiriye derheqê mijarê de wiha axaivî: " Paleyiya garisan li ber xelasbûnê ye, îsal ji ber barana zêde me tirsiya ku rekolte nebaş be, lê hemd ji Xwedê re ku digel kêmbûnê dîsa jî baş bû. Bihaya ku TMOyê ragihandiye ne baş be jî ne xirab e jî. Niha tona garis bi 690-695 lîreyê ji me te kirîn ku ev yek bo me ne bes e, lê dîsa em nakevin zirarê jî."
"Ji ber ku TMO bihaya garisê zû eşkere nekir cotkar ket zehmetiyê"
Cotkarên bi navê Faysal Gonulaçarê ku derheqê mijarê de axivî diyar kir ji ber îsal TMO bihaya garisê zû eşkere nekir cotkar ket zehmetiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li gor min rekolte ne wek ya sala borî ye. Lê dîsa hemd ji Xwedê re. Min bi avdanê hewil da garisa xwe xelas bikim, lê bi qasî ku min hêvî kir nebû. Lê dîsa ez bextewar im. Di bihayê de hinek mişkîle hene. Ji ber ku TMO bihaya garisê zû eşkere nekir cotkar ket zehmetiyê. Cotkar ketin destên ticcaran. Ger berî niha biha hatibana daxuyandin dibû ku kar çend qirûş zêdetir bûbana. "
Gonulaçar di dawiya axavtina xwe de gazin û gilî ji zehmetiyên cotkaran kir û diyar kir "Gelo ji destekê pê ve tu daxwaza cotkar heye?"(ÎLKHA)