• DOLAR 32.37
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2325.463
  • ...
Wezîfedarê ewlehiyê yê ku malbata xwe qetil kir hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmetcan Aykanê ku li Mûşê wezîfedarê ewlehiyê bû malbata xwe ya ku ji 5 nefsan pêk dihat qetil kir. Di encama îxbara ku naskiriyekî  Aykanî kir de cendirmeyan operasyon li dar xistin û Aykanî li Karaagaca Mûşê hat girtin.

Aykaniyê ku malbata xwe qetil kiribû piştî ku hat girtin re di bin ewlehiyên zêde de hat birin kontrolkirina tenduristiyê. Kontrol ji ber hinceta ewlehiyê di nava wesayîtê de hat kirin.

Piştî ku kontrolkirina tenduristiyê hat kirin û bi Aykanî li cihê bûyerê tatbîqat lê hat kirin re, hat birin edliyê û nêzî 3 seatan îfade da. Di encama darizandina ku hat kirin de Aykanî  hat girtin û hat şandin girtîgehê.

Her weke ku dê bê bîran li Mûşê Mehmetcan Aykanê ku wezîfedarê ewlehiyê bû xanim û qîza xwe, xweha xwe , jintîiyê xwe û bûka apê xwe bi tifingê qetil kir.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir