Qizîka 15 salîli ba diya xwe ya ku di heman qezayê de wefat kiribû hat definkirin
Songul Çapata 15 salî ya ku di qezaya traktorê ya li Sakarayayê de giran birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest. Çapata 15 salî li ba diya xwe ya ku di heman qezayê de wefat kiribû hat definkirin.
Songul Çapata 15 salî di wê qezaya ku berî niha çendakî li Sakaryayê pêk hat de diya xwe ji dest da û ew bi xwe jî giran birîndar bûbû ku hat diyarkirin Çapata 15 salî li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest dan.
Çapata 15 salî ya ku li Nexweşxaneya Sakaryayayê jiyana xwe ji dest dan hat anîn Mêrdînê û nimêja wê ya cinazê hat kirin. Û dû re li ba diya xwe ya ku di heman qezayê de wefat kiribû hat definkirin.
Her weke ku tê zanîn di 18ê TÎrmehê de li Hendeka Qezayê traktora karkeran qeza kiribû û di qezayê de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 9 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)