• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mamosteyê ku tayîna wî dernayê hamaltiyê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Emîn Albayrakê Rihayî yê ku berî vê çend salan li Semsûrê Beşa Sosyolojiyê xelas kir û hêvî kir ku di demeke nêz de tayîna wî bê kirin. Lê belê Albayrak digel temamê hewildanan xwe jê re nebû nesîb ku bê tayînkirin.

Albayrakê ku di sala 2013an de  mezûn bû ji ber ku tayîna wî dernayê û bo ku karibe debara malbata xwe bike niha karê hamaltiyê de dixebite.

Albayrak derheqê rewşa xwe ya kovandar de wisa axivî: " Ez mezinmê malbata xwe me û ji ber vê yekê ez ji wan re bûn alîkar da ku mektebê bixwînin. Elbet mesrefeke xwendinê jî heye. Dema ku ez 6 salî bûn ji malbata xwe dûr ketim. LI gundê me mekteb tunebû. Bavê me min û 3 birayên li mektebê qeyd kir. Me li wê mektebê xwend. Ji ber ku em li wê mektebê radizan carinan bi heftî û bi mehan me malbata xwe nedidît. Me mekteba navîn bi zehmetî xelas kir."

 "Ji ber bêderfetiyan ez mecbûr mam ku li zanîngeheke li nêz bixwînim"

Albayrak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo ku ew karibe lîseyê bixwîne dev ji malbata xwe berdaye û çûye Edenê da ku bixebite û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber bêderfetiyan ez salê carekê diçûm ba malbata xwe. Ji ber vê yekê me gelekî zêde hesreta malbata xwe kişand. Di heyama lîseyê de dema ku mekteb tatîl dibûn em diçûn xebatê. Ez ketim îmtîhana zanîngehê û di sala 2009an de min beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Semsûrê qezenc kir. Puana min baş bû û ez dikaribûn li Stenbolê bixwînim; lê belê ji ber bêderfetiyan ez mecbûr mam ku li zanîngeheke nêz bixwînim. Di sala 2014an de ez mezun bûm.

 "Ji bo ku ez karibim nan bibim mala xwe ez li vê derê hamaltiyê dikim"

Albayrak di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku ew puaneke baş standibe jî dîsa tayîna wî çênebûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Min bi xwe bi 12 parlementer û serokê şaredariyê re hevdîtin kir. Ji roja ku min mekteb xelas kir vir ve tevek soz dan min lê belê hêj ez wisa me û li ser sozên xwe nasekinin. Hemû min nas dikin. Ez li vê derê hamaltiyê dikim. Ez ji bo karibim nan bibim mala xwe tên vê derê û erdan dimalim û çayfiroşiyê dikim. Min xwest ku birayên xwe bidim xwendin û ev yek jî bû sedema 3 salên min. Her tim soz dan û dewama wê nehat. Tiştê ku min xemgîn dike ew ê ku li ser wan sozên ku dane nasekinin."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir