• DOLAR 32.322
  • EURO 35.109
  • ALTIN 2293.066
  • ...
Esnafên Sûrê yên ku tê xwestin cihê wan a bazarê bê valakirin ji şaredariyê re bertekdarin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bazara Semtê ya Sabît a Başûrêrojhilat a li Sûra Diyarbekirê ye ji ber şerên ku li Sûrê qewimîn nêzî 7 mehan girtî man. Ji teref Şaredariya  Sûrê ve ji dikandarên ku di vê bazarê de dixebitin re bi hinceta ku kirêya xwe nedane teblîxat hat şandin  û ji wan re hat diyarkirin ku ew ê bazar bê valakirin.

Dikandarê bi navê Xalib Gîrîşen diyar kir berî ku şer û pevçûn dest pê bikin ew bi şikleke muretteb kirêyên xwe didan  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li vê derê hewadîseke şer hebû. Beriya şer û pevçûnê me kirêyên xwe bi şikleke muretteb kirêyên xwe dida. Me piştî ku qedexe rabû re di heyama şaredariya kevin de çû derdê xwe ji wan re got. Ji me re gotin ku ewê di wawê kirê de ji me re bibin alîkar û dû re qayyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Dema ku qayyûm hat me serî li şaredariyê da û me randevu ji şaredariyê teleb kir. Ji roja ku qayyûm hatiye ve em diçin û tên û me serokê şaredariyê nedît. Îro jî hatine vê derê û nivîsekê bi vir ve qaleqandine û dibêjin ev der dê bê xerakirin. Bila ji me re bibin alîkar."

Dikandarên bi navê Reşad Koşan û Ayhan Guneş jî derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn zimên û  wisa bertek nîşan dan: " Şaredarî 5 qirûş nedaye tu kesî, vê derê me bi pereyên xwe çêkiriye. Ango şaredarî vê çênekiriye ku em vê derê vala bikin."(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir