• DOLAR 32.334
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2294.885
  • ...
Divê hemû kes li hember îradeya ku dê di encama referandûmê de derkeve bi rêz û hurmet bin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê PDK-Sê Muslum Muhammed û Muhammed Abo û Zueyr Muhammedê endamên partiyê digel hev Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin. Heyeta PDK-S ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz ve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku hat kirin de qala referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de li Kurdistana Başûr bê kirin hat kirin.

Mehmet Yavuzê ku di ziyareta ku hat kirin de qala referandûma li Kurdistana Iraqê kir derheqê mijarê de wisa axivî: " Ger  li wan dewletên ku Kurd di bin îredaya wan de dijîn, di çarçoveya edalet û haqqaniyetê de wek milletê bira telakkî kiribe dê referandûm nehatibana kirin. Dewlet mesûl in k maf û azadiyên însanan bidin wan.Em hêbî dikin ku maf û azadiyên Kurdan di demeke nêz de ji wan re bê dayîn."

 "Divê hemû kes li hember wê îradeya ku dê di encama referandûnê de derkeve bi hurmet û rûmet bin"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Kurdistana Iraqê malabta Barzaniyan nêzî 70 salan têkişiyan, gelek tehdayî ji teref Saddam ve li Kurdan  hat kirin û niha jî di navbera Kurdan û birêveberiya Iraqê de mişkîleninan hene. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li ber çavan e ku him di warê desthilatdariyê de û him jî di warê aboriyê de gelek bêedaletî hene. Rewş hatiye asteke wisa ku dibe a niha şer û pevçûn derkeve. Em wek HUDA PARê bawer dikin ku meslehata herî muhîm nerijandina an jî sekinandina xwînê ye. Ji ber vê yekê em bawer dikin dê referandûm bibe çare û rêyeke ku di çarçoveya adelat û haqqaniyetê de bûyîna cîranên hev. Her wisa birêveberiya ku dê di encama referandûmê de derkeve holê ne tenê dê di destên Kurdan de be; ew ê ew der bibe wetena temamê neteweyên ku maf û azadiyên wan bi makeqanûn û hiqûqê hatine garantîkirin. Yanî ew ê tiştekî zêde neyê guhartin. Ji ber vê yekê divê dewletên cîran ên Kurdistanê ji referandûma serxwebûnê netirsin û bifikar nebin. Ew ê xelkê Kurd qerareke bibe, dixwaze bila encam erê dixwaze bile naxêr be dîsa ev qerar hêjayî rûmetê ye. Ji ber vê yekê em hemû kesî di hember wê îradeya ku dê di encama referandûnê de derkeve vedixwînin rûmet û hûrmetbûnê."

Berdevkê PDK-Sê Muslum Muhammed jî di ziyaretê de diyar kir  helwesta derheqê referandûma serxwebûnê de, HUDA PARê di raya giştî de bi şikleke eşkere daye nasandin.(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir