• DOLAR 32.496
  • EURO 34.776
  • ALTIN 2490.962
  • ...
SON DAKİKA
Birêveberiya Bûdîst a Myanmarê ji ber qatlîamên ku dike li Diyarbekirê hat tel'înkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STKyên Îslamî yên ku kar û barê xwe li Diyarbekirê birêve dibin derheqê wan êrşên ku li Arakanê ji teref çeteyên Bûdîst û hikûmeta Myanmarê ve li hember Mislimanan tên kirin de daxuyanî dan û wê hovîtî û wehşeta çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê tel'în kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê piştî nimêja înê li ber Mizgefta Hz. Sileyman hat dayîn. Bi daxuyaniya ku hat dayîn lenet ji hovîtî û wehşeta çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê re hat xwendin û di serî bang li welatên Îslamê û bi giştî li raya giştî ya navneteweyî hat kirin da ku bo vê meselê gavinan bên avêtin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi  ayetên "Zinhar, zen neke ku Xweda ji tiştên ku zalim dikin bêxeber e! Xweda, encax wan ji rojeke ku tê de çav bikevin dehşetê re dihêle"(Sûreta Îbrahîm Ayeta 42emîn) û "Çi dibe ji we ku hûn di oxira zarok, pîrek û zilamên ku hatin zeîfxistin û dibêjin ' Ey Rebbê me!Me ji vê memleketê ku xelkê wê zalim e derîne; ji qata xwe bo me welîyekî(xwedî, parêzvanekî) bişîne, ji bo ji qata xwe alîkar û nûsretekî bişîne' de şer nakin."(Sûreta Nîsayê Ayeta 75emîn) dest pê kir de derheqê mijarê de ewv tişt hatin gotin:

 "Ew şerên navxweyî yên ku di nav me de me ji hev dûr kirine û bereberiyê xistine nav me"

Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê STKyên Îslamî ji teref Mehmet Alî Zeybek ve hat xwendin. Zeybek di daxuyaniya ku xwend de diyar kir sedema wehşet û hovîtiyên ku tên kirin perçebûna alema Îslamê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew şerên navxweyî yên ku di heremên cuda yên cografyaya me de rû dane, bûne sedem ku em ji hev dûr kevin û berberî têkeve nav me. Zalimên ku vê parçebûnê dibînin û ew kafir û hevkarên wan, heta ku Mislimanê/a dawî têkevin bin axê  qetlîam û zilmên xwe didomînin."

"Curmên zalimên cîhanê êdî bi gotinê xelas nabin"

Zeybek di berdewama daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir bi destên çeteyên Bûdîst zarokên me bi şikleke hovane û wehşiyane tên qetilkirin û dû re weha li daxuyaniyê zêde kir: "Mezhepperestî, teasûb û hişkbawerî, ezayetî û gelek fikrên ku zirarê didin têgihiştina ummetbûnê, Mislimanên roja me, civakan û birêveberiyên welatan ji xwe êsîr girtine, wan xistina nava bagereke tarî û xistine nava xefletê. Curmên zalimên cîhanê êdî bi gotinê xelas nabin. Ji ber vê yekê di serî li Myanmarê zarokên me ji teref çeteyên Bûdîst ve bi şikleke hovane tên qetilkirin û destdirêjî li namûsên xwehên me tê kirin."

"Wext wextê hisabpirsîna xwîna Mislimanên Arakanî ye"

Zeybek diyar kir divê hisaba xwîna Mislimanên Arakanî bê pirsîn û wiha got: " Arakan ji bo Milsimanên cîhanê him ferdî û him jî ji hêla sazûmanî ve îmtîhaneke mezin e. Îro roj roja jibîrkirina derd û kûl û mişkîleyên me ne û roja li ba birayên xwe yên Arakanî cî girtinê ye. Li dijî zilma ku tê kirin bilindkirina dengê, bo Mislimanên Arakanî teqdîmkirina temamê alîkariyên maddî û manewî ji bo Mislimanên cîhanê meseleya şerefê ye. Ev yek pewîstbûna biratiya Îslamê ye. Îro ne ew roj e ku em çavên xwe li zilma mistik kafirên Bûdîst bigrin. Wext wextê hisabpirsîna xwîna Mislimanên Arakanî ye."

 "Kerr û lalbûna raya giştî ya navneteweyî û nedîtina wan a van êrîşên hovane û wehşiyane bi rastî jî meseleke bi ibret e"

Zeybek di berdewama daxuyaniyê de balan kişand li ser qatlîamên ku li Myanmarê berdewam dikin û diyar kir li Arakanê jenosîd û qirkirineke sîstematîk tê kirin û dû re weha balan kişand li bêdengî û kerrbûna raya giştî ya navneteweyî ya li hember qetlîam û wehşetan: " Eşkere ye ku  birêveberiya Myanmerê bi va êrîşan dixwaze temamê Mislimanan ji welat tasfîye bike. Hal ev e û ew şermezakirina nermik a Neteweyên Yekbûyiyê ku tê de pênc aktorên  emperyalîzmê tê de çalak in,  helwest û  sekinîna alema Xerbê ya li hember Îslam  û Mislimanan cardin îzhar kiriye. Kerr û lalbûna raya giştî ya navneteweyî û nedîtina wan a van êrîşên hovane û wehşiyane bi rastî jî meseleke bi ibret e û şermdêr e û lekeyeke reş e ku li eniya Xerbê ve bûye.Lê divê ev yek bê zanîn ku Arakan axên Îslamê ye û dê wisa jî bimîne."

Kesên beşdarvan ên ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn bênavber dirûşmeyên mîna "Ji bo zaliman  bijî cehennem" û "Ji bo Bûdîstên xwînxwar bijî cehennem" avêtin û lenetê li birêveberiya Myanmarê anîn.

Ji bikî temsîlkarên STKyên Îslamî û xelkê, Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û heyeta digel wî jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bûn.(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir