Li Colemêrgê 29 herem wek 'herema ewlehiya taybet' hatinîlankirin
Li navenda Colemêrgê û li 3 navçeyên wê heta 15 rojan29 hereman wek 'herema ewlehiyataybet' hatinîlankirin.
Hat ragihandin li navenda Colemêrgê û li Çelê, Şemzînan û Geverê, heta 15 rojan 29 hereman wek 'herema ewlehiya taybet' hatin îlankirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de derheqê mijarê de hat ragihandin ji bo ewlehiya can û mal a welatiyan bê tesîskirin di navbera dîrokên 11ê Îlonê û 25ê Îlonê de li navenda Colemêrgê û li Çelê, Şemzînan û Geverê, heta 15 rojan 29 hereman wek 'herema ewlehiya taybet' hatin îlankirin.(ÎLKHA)