• DOLAR 32.575
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2427.253
  • ...
Yûsuf el-Karadavî bo Arakanê bang li welatên Îslamê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ê Cîhanê Yûsuf el-Karadaviyê ku li dijî qetlîamên çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê bang li welatên Îslamê kir diyar kir pêwîst e di vî warî de welatên Îslamê û welatên Ereban li dijî wan qetlîaman bêdeng nemînin.

Karadavî di daxuyaniya ku belav kir de wisa got: " Ez bang li wan welatên Îslamê û yên Ereban dikim ku ew li ba qeta Xweda ji birayên xwe yên Misliman ên Arakanî mesûl in û ew ê wan ji ber bêdengiya wan a derheqê vê mijarê de bikşîne hisabê. Ger welatên Îslamî bixwazin dikarin bi pêwendiyên xwe yên navneteweyî zexta siyasî û aborî li hikûmeta Myanmarê bikin. Me dît ku hinek derdorên ku hindik in bi pêwendiyên xwe yên bi dewletên mezin re zext li hikûmeta Myanmarê kirin da ku bi wan re rêya lihevkirinê bigre. Dînê Îslamê ji me re emir dike ger bi şer be jî divê bo êrîş û zilm bên sekinandin alîkariya birayên xwe yên mezlûm bikin."

El-Karadavî di daxuyaniya xwe de bang li welatên Îslamê kir da ku ev qetlîam bên sekinandin wê dîplomasiya çalak û erka muhîm ê Serokkomar Recep Tayyî Erdogan teqdîr dikin.

Karadavî  helwesta welatên Ereban rexne kir û diyar kir ew meşxala û lihevnekirina di nav wan dewletên Ereban de li ber xwedîderketina birayên xwe yên Misliman asteng e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir