Ji Wezareta Karên Derve derheqê Bagera Irmayê de hişyarî
Wezareta Karên Derve bi daxuyaniya ku derheqê Bagêra Irmayê de belav kir ji welatiyên xwe daxwaz kir da ku li Amerîkayê li wan heremên ku muhtemel e bikevin bin tesîra Bagera Irmayê seyehatê nekin.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derve hat weşandin de derheqê mijarê de welatiyên ku difikirin li Amerîkayê seyehat bikin wisa hatin hişyarkirin: " Ew Bagêra Irmayê ya ku li Herema Karayîban derket holê û heta îro tundtirîn bagêr tê diyarkirin niha tesîra xwe li Karayîban û Florîdaya Amerîka û li heremên derdora wê nîşan dide. Di vê bergehê de welatiyên me heta ku mecbûr nemînin bila seyahatî wan heremên ku bagêr lê tesîrdar e nekin."(ÎLKHA)