• DOLAR 32.588
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2507.41
  • ...
Walîtî derheqê êrîşa çekdarî ya ku li karkerên zireatê hat kirin de daxuyanî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Termeya navçeya Semsûnê berî vê du rojan di derdora seat 00.15an de êrîşa çekdarî li karkerên zireatê hat kirin. Di êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de karkerek jiyana xwe ji dest dabû û karkerek jî birîndar bû.

Ji teref Walîtiya Semsûnê ve derheqê vê êrîşa çekdarî ya ku berî vê du rojan li Termeya navçeya Semsûnê li karkerên zireatê hat kirin de daxuyanî  hat belavkirin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin li 2 cihên cuda tev de 8 berik hatine teqandin, di encama berdana berikan de karkerek jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû. Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin di çarçoveya xebatên ku piştî bûyerê hatin destpêkirin de 3 kesên şikdar hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir