• DOLAR 32.393
  • EURO 35.231
  • ALTIN 2324.609
  • ...
 "Li ber çavên dinyayê wehşetek wisa diqewime ku ev yek pêbawer nîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîne Erdogana ku hevsera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e ji bo balan bikşîne li ser rewşa Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm, hovîtî, êrîş û qetlîamên çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê  ve tên kirin, digel heyeta pê re Kampa Kutupalonga ku li Bangledeşê Mislimanên Arakanî xwe lê sipartinê ziyaret kir û alîkariyên ku ji wan re tê kirin di cihê wê de lêkolîn kir.

Erdogan di daxuyaniya ku li vê derê belav kir de wiha got: "Ne mimkûn e ku însan tesîrdar nebe. Xweda ji wan re bibe alîkar. Înşallah temamê dinyayê li ser vê meselê bisekine û him di warê alîkariyê de him jî di warê çareseriya siyasî de xwedî li vê meselê derkevin."

 "Li ber çavên dinyayê wehşetek wisa diqewime ku ev yek pêbawer nîne"

Emîne Erdogana ku kampa ziyaret kir û bi penaberan re axivî derheqê mijarê de diyar kir lii ber çavên dinyayê wehşetek wisa diqewime ku ev yek pêbawer nîne û dû re wiha bang li civaka navneteweyî kir: "Zêc û zarokên  me tevakan heye. Ji ber ku ev zarok ne yên me ne em nikarin wan bêxwedî bihêlin. Di vî warî de em temam wezîfedar in. Em bo vê yekê hatin vê derê. Em bo alîkarîkirinê û bo ji raya giştî ya cîhanê re bang bikin hatin vê derê. Ji kerema xwe re bila hemû kes tiştên ku ji destên wan tê bikin."(ÎLKHA)

































































Bu haberler de ilginizi çekebilir