• DOLAR 32.332
  • EURO 35.055
  • ALTIN 2285.011
  • ...
Ruhanî: Jenosîd û qirkirin nayê qebûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, derheqê jenosîda ku li Mislimanên Arakanî tê kirin de daxuyaniyek da, Rûhanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir divê pêşiya cinayetên wehşiyane yên ku tên kirin  bê girtin û welatên cîran ji Mislimanên Arakanî re bibin alîkar.

Bi sed hezaran Misliman warên xwe ji naçarî terk kirin û gelek kes jî hatin kuştin

Rûhanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir bi sed hezaran Misliman warên xwe ji naçarî terk kirin û gelek kes jî hatin kuştin ku di navbera Mislimanên Arakanê û yên din de tu ferq tuneye û dû re wiha got: "Bi sed hezaran Misliman warên xwe ji naçarî terk kirin û gelek kes jî hatin kuştin. Em wek welatekî Misliman û şoreşger derheqê mezlûman de ger ne Misliman bin jî xwe wezîfedar û mesûl hîs dikin û ji ber vê yekê ji hikûmeta Myanmarê teleb dikin ku rê li ber  cinayetên wehşiyane yên ku li hember Mislimanan tên kirin bê girtin  û bi heman awayî em ji welatên cîran jî teleb dikin ku ji xelkê Myanmarê re bibin alîkar."

Ruhanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê di vî bergehê de NY wezîfeya ku dikeve para wî bi cî bîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Komareya Îslamê ya Îranê û Heyva Sor a Îranê amadeye ku ji însanên zirar dîtî re alîkariyê bike. Ew jenosîd û qirkirinên ku li dinyayê tên  kirin nayên qebûlkirin. Rejîma siyonîst jenosîdê li xelkê Filistînê dike, demekê li Bosnayê jî jenosîd hat kirin. Divê em tev de li dijî van sepanan helwesteke eseh û mutleq nîşan bidin. Encax bi vê gavê em dikarin ji mezlûman û xelkê Rohîngyayê re alîkariyê bikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir