• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Di 2 salên dawî de 8 hezar û 500 penaber di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(UNHRC) ji 2ê Îlona 2015a ku wê rojê Alanê Kurdî jiyana xwe ji dest dabû vir ve 8 hezar û 500 penaberên ku hewil didan derbasî Ewrûpayê bibin di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ku derheqê mijarê de ji teref UNHRCê ve hatiye dayîn de derheqê mijarê de wiha hat ragihandin: " Ji roja ku Alanê Kurdî jiyana xwe ji dest daye vir ve digel ku di derbasbûna Ewrûpayê de kêmbûn çêbûbûn jî heta îro tev de 8 hezar û 500 penaberên ku hewil didan derbasî Ewrûpayê bibin di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dan."

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin di dawiya sala 2016an de tev de 22 milyon û nîv kes war û welatên xwe terikandin û nîvê vê hejmarê jî ji zarokan pêk tê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir