• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Ger îro ummeta Îslamê nikaribe ji bo Arakanê were ba hev sedema wê fitneya li Sûriyê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Xarpêtê ji teref Serokatiya Bajêra Xarpêtê ya HUDA PARê ve bi beşdarbûna endam û dildaran bernameya pîrozbahiyê hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahînê ku beşdarî bernameya pîrozbahiyê bû axavtinek kir. Şahîn di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser wehşet û zilma ku li Arakanê ji teref eskerên Myanmar û çeteyên Budîst ve tê kirin û dû re  destnîşan kir ger îro ummeta Îslamê li ser rojeva Arakanê li hev nacive û ji bo Arakanê tiştinan nake sedema vê yekê fitneya ku li Sûriyê ye.

 "Ger îro ummeta Îslamê nikaribe ji bo Arakanê were ba hev sedema wê fitneya li Sûriyê ye"

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê ummeta Îslamê li ser mijara Arakanê bicive û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mixabin ummeta Îslamê gelek zêde êşan dikşîne. Bertekên ku divê em li dijî Xerbê nîşan bidin hene, lê mişkîleya me ya sereke di nav alema Îslamê de ye. Ji ber wê yekê alema Îslamê divê ji wan îxtîlafên ku berî niha derketine holê xelas bibe û divê ji wan tiştên ku qewimîne û rû dane ders û ibretê bigre. Her wisa divê alema Îslamê berê xwe bide wehyên di Qur'anê û Pêxemberê me. Ger ev yek neyê kirin jî qet nebe bila ji tiştên ku diqewimin bila ders û ibret bê girtin ka çi tişt qewimîne û ji ber çi  qewimîne?  Ji bo cardin ev tişt neqewimin divê çi gav bên avêtin? Divê li ser van yekan bê sekinîn. Ewrûpa vê yekê kir û bûn yek. A niha pêdiviya ummetê jî ji vê eqil bigre . Ger îro ummeta Îslamê nikaribe ji bo Arakanê were ba hev, ger Arakan mezlûm mabe, bêxwedî mabe sedema vê yekê ew fitneya li Sûriyê ye."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir