• DOLAR 32.492
  • EURO 34.952
  • ALTIN 2435.485
  • ...
 "Heta Misliman parçeparçe bin ew ê tu kes hisaba berteka me neke"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Êlihê di axahiya bajêr a partiya xwe de beşdarî bernameya pîrozbahiyê bû. Yapicioglu di bernamê de derheqê rojeva hundir û ya derve de nirxandinan kir û diyar kir: " Hetanî ku em perçeperçe bin, bi 100 milyar dolaran çekan ji wan bikirin û li hember hev bikar bînin ew ê tu kes hisaba me neke û ew ê bertekên me bêtesîr bimînin."

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala  zilm, qetlîam û wehşeta ku li Arakanê ji teref eskerên Myanmar û çeteyên Budîst ve tên kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Şaxên cuda yên kufrê û nexasim Rojavayê ku emperyalîst e dinyayê ji xwe re kirine parsel û ev parvekirina ku ji heyama dagirkirinê maye weke ku  hêj derbasdarbûna xwe didomîne her kes di parsela ku ji xwe re parvekiribû de zilma ku dixwaze dike. Ên din jî li hember vê yekê bêdeng dimînin û weke ku ji vê yekê re îtîrazekê dikin tiştekî dibêjin. Lê di ya rastiyê de ev li ber rabûn ji şiklê pê ve ne tu tişt e. Vaye herî dawî li Burmayê Mislimanên Rohîngyayî tên qetilkirin û bi hezaran kesên ku hatine qetilkirin heye."

"Heta Misliman parçeparçe bin ew ê tu kes hisaba berteka me neke"

Yapicioglu diyar kir ger li dereke dinyayê birîneke birayê me  ya ku xwîn jê diherike hebe divê em hewil bidin da ku em jê re bibin derman û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Ger ummeta milyar û 700 milyonî karibe were bal hev û karibe bibe wucudek, ger dema ku mişkîleyeke hevpar çêbû û yan jî dema ku êrîş li yekî ji wan hat kirin digel heb bi hev re em karibin li ber re rabin û îtîraz bikin ; wê demê bawer bikin  ew ê kesên din ên li dinyayê dema ku kirin gavekê bavêjin  ew ê hisaba gavên ku dê bavêjin bikin. Lê belê hetanî ku em perçeperçe bin, bi 100 milyar dolaran çekan ji wan bikirin û li hember hev bikar bînin ew ê tu kes hisaba me neke û ew ê bertekên me bêtesîr bimînin. Ew ê berberiyê bixin nav me  û dê me berdin hev. Lê belê dema ku ummet rabe li ser piyan ew ê bi iznillah zalim dê li ser çokên xwe rûnin."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir