"Ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin"
Arîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuz qetlîamên ku li Arakanê tên kirin di bîran xist û diyar kir ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin.
Li Kahtaya navçeya Semsûrê ji teref Komeleya Çagri-Derê ve bernameya pîrozbahiya eydê hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku di bernameya pîrozbahiya eydê de axavtinek kir qetlîamên ku li Arakanê tên kirin di bîran xist û diyar kir ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin.
"Ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin"
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir çawa ku Tirkiye esker şandibû Korê û Qatarê çima neşîne Arakanê? û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Çima li dijî wan keriyên qatilan birayê xwe mihafeze nekin? Gelo hêviya xelkê ma ne ev e? Mekanîzmaya îdarê ne ew cih e ku bo diayê bang li xelkê bikeye, mekanîzmeya îdarê cihê temîn kirinê ye. Nexasim ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê ne ya fêmkirinê ye.Lewra ev sazî ji bo parastina berjewandinya dewletên dagirker hatine damezrandin. Sedema hebûna NY û NATOyê ev e. Ev hêz ji ser dîm, qewm û mezhebê li welatan tevlîheviyê derdixin û bingeha dagirkirinê davêjin. Fêmnekirina van hîle û planan handîkapek e û van welatan bo van deran dawetkirin jî korbûna basîretê ye."
Bernameya pîrozbahiyê bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)