• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Evîndarên Pêxember li Diyarbekirê eyda hev pîroz kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatoriya Bajêra Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya pîrozbahiyê hat tertîpkirin.

Bernameya pîrozbahiyê li Parka Sumerê bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir.

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, teşkîlatên bajêr û navçê, malbatên girtî û şehîdan , endam û rayedarên platformê, temsîlkarên saziyên civakên siwîl û welatî beşdarî bernameya eydê bûn û digel selawat û tekbîran eydên hev pîroz kirin.

 Mela Remzî Uçarê endamê Îttîhadul Ulemayê di bernameya eydê de axavtinek kir. Mela Remzî di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de qala rewşa alema Îslamê kir û wiha got: "Civîna me ya li vê derê, girtina me ya destên hev û pîrzozkirina me ya eyda hev ew ê dijminên Îslamê qehr û perîşan bike. Pêdîvî û îxtiyaca me bi wehdet, yekîtî û biratiyê heye."(ÎLKHA)

 









































Bu haberler de ilginizi çekebilir