• DOLAR 32.38
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2325.56
  • ...
Ji bo feqîran eydên xwe feda dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê endam û dildarên Weqfa Kerwana Ûmudê ji bo goştên qurbanan ji kesên feqîr û jar û hewcedar re belav bikin eydên xwe feda dikin û eyda xwe di mezbexaneyan de diborînin ku ev fedakariyên wan dibe wesîleya teqdîran. Kesên ku eyda xwe ji bo ji feqîran re goşt belav bikin di mezbexaneyê de derbas dikin diyar kirin ew ji ber vê yekê gelekî bextewar û şad in.

Kesên ku eydên xwe ji bo feqîran feda kirine eyda ummeta Îslamê pîroz kirin û dû re  hest û ramanên xwe wiha ji ÎLKHAyê re anîn zimên:

Omer Altundag: " Me dev ji temamê kar û barên xwe berda û em hatin vê konê da ku ji feqîran re goştê qurbanan belav bikin."

Abdullah Payik: " Ger hemû kes eydê bike ew ê halê însanên feqîr û mezlûman çawa be?"

Îbrahîm Atmaca: "Em ji bo riza Xwedê li vê derê ne û em ê înşallah ji malbatên feqîr û hewcedar re alîkariya goşt bikin."

Osman Akarslan: " Ez ji bo ku doza Yasîn Boru bidim meşandim hatin konê û heta 2 rojan ji bo goştên qurbanan belav bikin em ê di konê de xizmetê bidin."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir