• DOLAR 32.36
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2307.158
  • ...
 "Heta ku Yasîn bibin qurban ew ê xewa zaliman li wan heram bibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru û hevalên wî û Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya-Derê yên ku ji teref PKKyiyan  ve bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin li ber serê qebrên xwe ji teref naskirî  û dost û hevalên xwe ve hatin yadkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û heyeta pê re jî beşdarî ziyareta qebran bûn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yimaz piştî ziyareta qebran  destnîşan kir ew Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî bi xêrê yad dikin û li gelek derên cografyaya Îslamê dîsa Yasîn şehîd dibin.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro bi hezaran kesên ku hezkiriyên wan in ji bo Fatîhayekê bixwînin û bo wan yad bikin li vê derê kom bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Heta ku Yasîn bibin qurban ew ê xewna zaliman li wan biherime û e ew ê zalim rihat nerazin. Li her derên ku lê zalim, zilm û kafir hebin ew ê elbet kesên mezlûm, mustezaf  li vê dozê xwedî  derkevin û dozê li erdê nehêlin. Li cihên ku lê feqîr, muxtac û birçî hebin ew ê li wê derê di her dewrê de Yasîn derkevin û ew ê parçeyek be jî goşt bidin wan. Dibe ku ew kesên goştên qurbanan belav bikin şehîd bibin, lê belê ew ê misyon berdewam bike.Bila şipha tu kesî ji vê yekê tunebe. Bes ku em wan ji bîr nekin û bes ku xwedî li vê dozê derkevin û xwedî li vê misyonê jî derkevin. Di her Eyda Qurbanê de em bibêjin em Yasîn in û goştê qurbanên ku hatine serjêkirin belav bikin û wan kesên feqîr û muxtac bêalîkar nehêlin."

Yilmaz di dawiy axavtina xwe de qala zilm û tehdayiya ku li Mynamarê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve tên kirin kir û diyar kir "Mislimanên  li Arakanê bi xwe dibin qurban."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir