• DOLAR 32.552
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2497.523
  • ...
Memur-Sen: Divê alema Îslamê ji bo Arakanê tiştinan bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wek tê zanîn  çeteyên budîst û artêşa Myanmarê ev çend rojên dawî êrîşên hovane û wehşî dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên ku di van çend rojên dawî de li Arakanê hatin kirin de li gor hejmarên xeyrî resmî zêdetirî 3 hezar Misliman ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatin qetilkirin.

Ji ber vê qetlîama ku hatiye kirin Memur-Sen  bi daxuyaniya ku li 81 bajêran belav kir qetlîamên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatine kirin tel'în kir û bang li alema Îslamê kir da ku ji bo Arakanê tiştin bên kirin û qetlîam bên sekinandin.

"Divê alema Îslamê ji bo Arakanê tiştinan bike"

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat gotin alema Îslamê divê demildest tiştinan bike û dû re wiha hat gotin: "Tirkiye di vê bergehê de bang li ÎTTê kiribû da ku tiştin bên kirin, em destekê didin vê bangê û hat ragihandindivê temamê hikûmetên welatên Îslamê, saziyên alema Îslamê û saziyên alîkariyê hewil bidin da ku Arakan têkeve rojeva NY û rêxistinên din. Her wiha em ji van dixwazin ku hewil bê dayîn da ku zext li hikûmeta Myanmarê bê kirin da ku ev êrîş bên sekinandin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir