• DOLAR 32.599
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2408.542
  • ...
Penaberên ku ew ê eyda xwe li Sûriyê derbas bikin pir kêfxweş û şad in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çend rojên jimartî ji Eyda Qurbanê re man ku kelecaneke mezin  di nav civakê de nexasim di nav penaberên Sûriyeyî yên ku ji welatên xwe dûr ketine heye. Penaberên Sûriyeyî yên ku ewê vê Eyda Qurbanê li welatên xwe derbas bikin gelekî kêfxweş û şad in. Lewra demkî bê jî ew derbasî wan axên ku lê hatine dinê û lê mezin bûne dibin.

Penaberên bextewar û şad ên ku berê xwe dan deriyên sînorê da ku derbasî welatê bibin  dixwazin piştî ku şer xelas bû re ew dixwazin bi temametî li welatê xwe bi cî bibin.

Hinek penaberên Sûriyeyî yên ku ji bo derbasî welatên xwe bibin berê xwe dane Deriyê Sînorê yê Oncupinara Kilîsê destnîşan kirin ew ê cardin venegerin Tirkiyê û hinek ji wan jî gotin ku ew ê cardin werin Tirkiyê.

Penaberên Sûriyeyî yên ku kelecana eydê dijîn hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re wiha anîn zimên.

Alî Mosloyê ku diyar kir ew ev 4 sal e Îzmîrê dijî destnîşan kir "Weke welatê însanekî memleket tuneye. Ez ê venegerim vê derê cardin."

Mustafa Alîaga jî diyar kir ew digel malbata xwe ji doh êvarî ve li deriyê sînor li benda dora xwe ne û wiha got: " Ez ji bo tatîla eydê diçim Sûriyê. Ev 5 sal e ku ez li Tikriyê me. Ez diçim ba dê û bavê xwe. Herî dawî berî vê du salan min wan dîtibû."

Nuray Osmana 90 salî ya ku berî vê salan  ji Sûriyê koç kir û li Êlihê bû jî digel 3 qîz û neviyên xwe hat li ber deriyê sînorê diyar kir  ew bi vê wesîleyê dixwazin naskiriyên xwe bibînin.

Kesên bi navê Mahmut Sahir ile Sidre Neddeh, Rıdvan Alhab, Yahya Halil, Fayat Ahmet û Muhammed xwestin ku şerê li Sûriyê bi dawî bibe û ew vegerin mal û warên xwe  û  derheqê mijarê de diyar kirin  ew beriya naskiriyên xwe kirine  û ew dixwazin bi wesîleya eydê dixwazin derbasî wî rexê sînor ango welatê xwe bibin û naskiriyên xwe bibînin.

 











































Bu haberler de ilginizi çekebilir