• DOLAR 32.393
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2326.28
  • ...
 "Yasîn belavkirina goştê qurbanan didomînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Banqaya Erzaqê ya Diyarbekir Umut Kapisi Sidiq Furqan destnîşan kir ew kampanyaya "Yasîn belavkirina goştê qurbanan didomînin" ew ê îsal jî berdewam bike.

Furqanê ku ragihand lîsteya belavkrinê, cihên serjêkirinê yên qurbanan û standina qurbanan gihaştiye ber xelasbûnê destnîşan kir ew îsal ji xwe re kirine hedef ku ji 15 hezar malbatên muxtac re goştê qurbanan belav bikin.

Furqan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li benda alîkariyên kesên xêrxwazin da ku ew karibin alîkariyan bigihijinînin kesên muxtac û mexdûr. Furqan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me îsal jî ji xwe re kiriye hedef ku ji 15 hezar kesên feqîr û muxtac re alîkariyê bikin. Elbet ev yek jî bi wan alîkariyên ku kesên xêrxwaz dê bişînin ve girêdayî ye. Niha qeyda 15 hezar malbatan li ba me heye. Temamê van malbatan bendewar in ku em ji wan re alîkariyê bikin. Bi iznillah em ê ji wan re bibin alîkar."

Furqan herî dawî diyar kir îsal heqê qurbanê 700 lîre ye û kesên ku bixwazin qurbana xwe bexş bikin dikarin serî li komeleya wan bidin an jî dikarin bişînin hisaba wan a banqê.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir