Ingîlistanê ji bo Arakanê banga civîna acîl li Konseya Ewlehiyê kir
Ingîlistanê ji bo ku rewşa li Myanmarê gotûbêj bike banga acîl li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Hat ragihandin Ingîlistanê ji bo ku rewşa li Myanmarê gotûbêj bike banga acîl li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Temsîlkarê Daîmî yê Ingîlistanê yê NYê Matthew Rycroft, di daxuyaniya ku ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî da de ji bo ku êrîşên li Myanmarê li Mislimanan tên kirin bê gotûbêjkirin banga acîl li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Temsîlkarê Daîmî yê Ingîlistanê yê NYê Matthew Rycroft di berdewama daxuyaniya xwe de wisa got: "ji bo ku êrîşên li Myanmarê li Mislimanan tên kirin bê gotûbêjkirin banga acîl li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Divê pirsgirêkên ku ev demeke dirêj e ku didomin werin nirxandin. Em bangewaziya îtidalê li hemû aliyan dikin."(ÎLKHA)