Li Qastamonuyê 322 penaberên qeçax hatin girtin
Li Cîdeya navçeya Qastamonuyê 322 penaberên qeçax û 2 kesên Tirkiyeyî yên ku tê diyarkirin qeçaxçiyên penaberan in hatin girtin.
Di daxuyanIya ku ji teref Fermandariya Ewlehiya Sahîlê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di 29ê Tebaxa 2017an di derdora seat 06.10an de li Cîdeya Kastamonuyê li mewqiya Îlyasbeyê di encama nirxandina îxbarekê de di nava keştiyekê de 322 penaber û 2 kesên Tirkiyeyî yên ku tê diyarkirin qeçaxçiyên penaberan in hatin girtin.(ÎLKHA)