Wezareta Karên Derve ji qerara referandûmê ya Meclîsa Kerkukê re bertek nîşan da
Wezareta Karên Derveji wê qerara li referandûmê daxilkirina Kerkûkê ya ku ji teref Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê ve hatiye dayîn re bertek nîşan da û got ku ev yek dibe sedema îhlalkirina Makezagona Iraqê.
Îro bi qerara ku ji teref Meclîsa Wîlayeta Kerkukê ve hat dayîn hat ragihandin ku ew ê Kerkuk jî daxilî referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de bê kirin bibe. Ji ber vê qerara ku hat dayîn ji teref Wezareta Karên Derve ve derheqê mijarê de daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de hat ragihandin ji wê qerara li referandûmê daxilkirina Kerkûkê ya ku ji teref Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê ve hatiye dayîn re bertek nîşan da û got ku ev yek dibe sedema îhlalkirina Makezagona Iraqê.
41 endaman 24 endam biryar dan ku beşdarî referandûmê bibin
Meclîsa Wilayeta Kerkukê îro civînek li dar xist. Di encama civîna ku hat lidarxistin de bi piraniya rayan biryar hat dayîn ku Kerkuk jî beşdarî referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de bê kirin bibe.(ÎLKHA)