• DOLAR 32.34
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2307.248
  • ...
Li Diyarbekirê cihê ku lê teqîn çêbû teqemeniya duyemîn hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li ser 35emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Bismilê li herêma ku lê di dema derbasbûna konvoya eskeriyê de teqîn pêk hat teqemeniya duyemîn hat dîtin.

2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gor agahiyên ewil ên ku hatine bidestxistin di teqînê de kesê bi navê Mehmet Gurses ê ku di warê teslîmkirina wesayîtan de erkdar bû û kesê bi navê Mustafa Yildiz  jiyana xwe ji dest dan û çend kesên ku di înşaata rê de dixebitîn jî birîndar bûn.

Nûçegihanê rê li ber teqîna duyemîn girt

Her wiha nûçegihanê ÎLKHAyê yê ku li heremê bûyerê dişopand bombeya duyemîn a ku hatibû xefkirin tespît kir.

Çawa ku xeber hat dayîn eskeran, esker demildest wesayîtên li wê derê ji hermê dûr kir.

Her wiha hat ragihandin li cihê teqînê bombeya sêyemîn jî hatiye tespîtkirin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir