• DOLAR 32.604
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2410.965
  • ...
"Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û sûc in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çelîk di daxuyaniya ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê da de derheqê qetlîam û zilmên ku ji teref çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê ve tên kirin de  nirxandinan kir. Çelîk di nirxandina ku kir de destnîşan kir "Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e. Divê Neteweyên Yekbûyî û temamê saziyên navneteweyî di vê meselê de dest bi hareketê bikin."

Çelîk di berdewama daxuyaniya xwe de di bîran xist ku di van 3 rojên dawî de bi hezaran Misliman hatine qetilkirin û bi sedhezaran Misliman jî ji cihên xwe hatine kirin. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di wê roja borî de tenê li gundekî 1000 kes hatin kuştin. Endamên artêşê û keşeyên budîst bi şikleke sîstematîk îmzê davêjin qetlîamê. Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e. Divê Neteweyên Yekbûyî û temamê saziyên navneteweyî di vê meselê de dest bi hareketê bikin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir