Li Diyarbekirê teqîn: Birîndar hene
Hat ragihandin li ser Rêbeja Diyarbekir-Bismilê teqîn pêk hat, jiber teqîna ku pêk hat gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser 10emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Bismilê di dema derbasbûna konvoya eskeriyê de teqîn pêk hat. Hat diyarkirin li cihên ku têqîn pêk hat karker xebatên rê dikirin. Ji ber vê yekê hat ragihandin di teqîna ku pêk hat de gelek esker û karker birîndar bûn.
Gelek ambûlans û polês sewqî cihê teqînê hatin kirin.
Hûrgilî dê werin...(ÎLKHA)