Serokkomar Erdogan: Bila îsraîl dawî li teşebûsa îşxalê bîne
Serokkomar Erdogan di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a ku bi Serokê Filîstînê Abbas re li dar xist dedestnîşan kir bila îsraîl dawî li teşebûsa îşxalê bîne.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a ku bi Serokê Filîstînê Mahmud Abbas re li dar xist de destnîşan kir pêwîst e îsraîl dawî li teşebûsa îşxalê bîne.
Erdogan di berdewam axavtina de wiha axivî: " Divê li vê derê bê zanîn ku mifteya serkeftinê ji parastina heq û hiqûqa Filîstiyan derbas dibe. Birayên me yên Filîstînî ji bo çareseriya vê meselê gelekî zêde hewil dan, lê belê bersiva van hewildanan nedîtin. Îsraîl di wan axên ku aîdî Filistînyan in de bi şikleke dereqanûnî avahiyan ava dike ku ev yek jî ji vê yekê re mînak e.pêwîst e îsraîl dawî li teşebûsa îşxalê bîne."(ÎLKHA)