• DOLAR 32.592
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2506.925
  • ...
Di eydê de haya xwe ji xwarina goştê sor û şêraniyan bikin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn îna pêşiya me Eyda Qurbanê ye, ji ber minasebeta eydê Fatima Unala ku li Nexweşxaneya Îpekyoluya Qoserê ya Taybet diysetisyen e derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Unal di nirxandinan ku kir de nexasim hişyarî li kesên ku nexweşiyên kronîk bi wan re heye kir û got bila haya xwe ji xwe bikin.

Unal di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku eyd e xwarina goşt zêde dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêşiya me eyd heye. Di eydê de divê însana haya xwe ji xwarina goşt û şêraniyan bikin. Kesên ku nexweşiyên kronîk bi wan re heye û zarokên ku dikevin kategoriya rîska zêde û kesên kal û pîr haya xwe ji tiştên ku dixwin  û vedixwin bikin. Di warê xwarinê de ji ber guherînên ku pêk tên ger tedbîr neyên standin  dibe ku bibin sedema mişkîleyan. Xelîna mîdê, qebizbûn û mişkîleyên hezmê ji van mîşkîleyan çednik in."

Unal diyar kir divê goştê qurbanê demekê bê sekinandin û dû re bê xwarin. Unal dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Berî ku hûn qurbanê bistînin divê hûn lê bawer bin ku ji kontrola baytar derbas bûye. Di wan goştên ku reş bûne de her tim rîska qanserê heye. Divê goştê qurbanê demekê bê sekinandin û dû re bê xwarin. Dîsa divê di ber wan xwarinên ku bi goşt tên çêkirin de rûn neyê bikaranîn."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir