• DOLAR 32.37
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2325.477
  • ...
Ji zarokên biçûk banga 'dayê-bavo lime xwedî derkevin'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê zarok ji bo balan bikşînin li ser girîngiya nimêj û îbadetan li Mizgefta Dergahê civiyan û bi şikleke girseyî nimêj kirin. Zarokên ku nimêja xwe eda kirin bang li dê û bavên xwe kirin û ji wan xwestin ku li wan xwedî bê derketin.

Weke ku tê zanîn ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve  "Meha Tebaxê Meha Nimêjê" hatibû îlankirin û li her derê heremê di bergehê vê bernamê de 15 rojên ewil perwerdehiya nimêj û destnimêjê hat dayîn.

Zarokên ku di rê de salawat û tekbîran dianîn dirûşmeyên mîna "Nimêj sitûna dîn e" avêtin. Meşa zarokan û dirûşmeyên ku zarok avêtin bala derdorê kişand û xelkê derdorê helwesta zarokan a di warê nimêjê de pir eciband.

Li Rihayê zarokên ku temena wan di navbera 6-10 salan de bû ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve di warê nimêjê de hatin perwerdekirin, zarokên ku 15 rojan hatin perwerdekirin  ji bo balan bikşînin li ser girîngiya nimêj û îbadetan li Mizgefta Dergahê civiyan û bi şikleke girseyî nimêj kirin. Zarokên ku nimêja xwe eda kirin bang li dê û bavên xwe kirin û ji wan xwestin ku li wan xwedî bê derketin.

Mehmet Tarik Alkanatê ku li ser navê zarokan bang li dê û baavan kir diyar kir zarok ji dê û bavan re ji Xwedê emanet in û ew ê Xweda hisaba vê emanetê bipirse.

"Çawa ku hûn zikê me têr dikin, bi heman awayî ruhê me jî têr bikin"

Alkanat di berdewama axavtina xwe de diyar kir dayê, bavo em gelekî ji we hez dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dê û bavê min bi qedr û qiymet! Em gelek zêde ji we hez dikin. Lê belê hûn jî bizanibin em gelekî biçûk in. Em ya qenc û xirab nizanin. Hûn ê van tiştan hînî me bikin. Me li ber televîzyonan ji bîr nekin. Telefonên xwe ji destên xwe deynin û berê xwe bidin me. Wan tabletên bi beha nedin me hezkirinên xwe bidin me ji dêla wan ve.  Çawa ku hûn me dibin parkan bi heman awayî ji destên me bigrin û me bibin camiyan. Çawa ku hûn zikê me têr dikin, bi heman awayî ruhê me jî têr bikin."

 "Dê û bavê min! Ger tu min li ser exlaqekî baş û qenc mezin bike ez ê him li vê dinê û him jî axretê ji te re bibim bexçeyeke cennetê."

Alkanat di berdewama axavtina xwe de diyar kir dê û bavê min! Ger tu min li ser exlaqekî baş û qenc mezin bike ez ê him li vê dinê û him jî axretê ji te re bibim bexçeyeke cennetê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Lê belê ger hûn li me xwedî dernekevin û hûn qedr û qiymetê nedin nimêj û exlaqê min, ez ê wê demê bibim evdekî nebaş. Ew ê bi vê yekê him dinya û him axreta min bibe arê dojehê. Ma hûn dixwazin em di cehnemê de bisojin. Dînê me hînî me bikin, tiştê ku Rebbê me jê hez dike û nake hînî me bikin. Wê nimêja ku sitûna dîn e hînî me bikin. Wisa bikin  da ku em roja mexşerê têkevin milê hev û têkevin cennetê."(ÎLKHA)





























































Bu haberler de ilginizi çekebilir