• DOLAR 32.604
  • EURO 34.794
  • ALTIN 2488.601
  • ...
SON DAKİKA
Hêvîdarin ku ji bo wan malbatên ku di operasyona Telaferê de mahsûr mane alîkarî bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Orhan Sazakê ku li ser nifûsa Mûşê qeydkiriye di Tîrmeha 2015an de  digel 3 qîz û pîreka xwe ji Stenbolê çû Iraqê û  beşdarî DEAŞê bû, encax Sazak piştî operasyona Telafarê xwest ku teslîm bibe û ji ber vê yekê li malbata xwe ya li Tirkiyê geriya û ji wan re got ku ew xwe spartine Gundê Abxanî bûne û dixwazin teslîmî Hêzên Pêşmergê bibin; lê pêşmerge ew qebûl nekirine û ew di navbera du agiran de mane. Sazak ji bo vê yekê alîkarî teleb kir.

Li gor îddîayan hêzên Pêşmerge destûr nadin koma ku ji 7 zarok, 2 pîrek û 2 zilam û malbata Orhan Sazak jî di nav de ye  da ku têkevin nav sînorên Herêma Kurdistanê.

Bav Abdulkerîm Sazak û apê ku ji bo Orhan Sazak ji Stenbolê hatin Deriyê Sînor a Habûrê ya Silopî. Bav ji bo nevî û lawê xwe xelas bike û bi Konsulxaneya Tirkiyê û rayedarên Pêşmergeyan re hevdîtinê bike derbasî Kurdistana Iraqê bû.

Orhan Sazakê ku bi bavê xwe re bi telefonê xeber da destnîşan kir ew ev 3 roj in ku birçîne û hewil didin teslîmî Pêşmergeyan bibin. Sazak dû re wiha got: "Em dixwazin teslîm bibin. Me xelas bikin. Em welatiyên Tirkiyê ne. Em dixwazin werin Tirkiyê û teslîmî eskerên Tirkiyê bibin.Em naxwazin bimrin û em dixwazin bijîn. Em digel zêc û zarokan perîşan bûn. Ev 3 roj in ku me tiştek naxwar. Em ji bo bijîn hatin. Em teslîmî Pêşmergê bûn, lê me qebûl nekirin û berdan me. Bila me xelas bikin."

Bav Abdulkerîm Sazak jî derheqê rewşa lawê xwe de destnîşan kir "Lawê min dixwaze ji yasaya poşmantî fedê bigre û dixwaze teslîmî Pêşmergeyan bibe. Em ji Serokkomar, Serokwezîr û rayedaran alîkariyê teleb dikin."

Kesê bi navê Mehmet Karacadaxê ku ji bo biraziyê xwe ji Entabê hatibû jî derheqê mijarê de destnîşan kir biraziyê wî ji teref DEAŞê ve hatiye xapandin û niha ew poşman e û çend caran teşebûs kiriye ku bireve û dû re wiha got: " Em ji dewleta xwe alîkariyê teleb dikin, bila mirinên van însanan asteng bikin."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir