• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn di 25ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê ji bo serxwebûnê referandûm bê tertîpkirin. 5 partiyên siyasî yên ku li Kurdistana Tirkiyê xebatên xwe birêve dibin ji bo piştgiriyê bidin referandûma serxwebûnê berî niha saziyeke bi navê Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê damzirandin.

Serokê Qoserê yê HUDA PARê Burhan Aydin, Arîkarê Serokê Qoserê yê HUDA PARê Abdullah Kavan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PDK BAKUR Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, Nûnerê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî û hiqûqnas Sabahattîn Korkamaz, Serokê Qoserê yê CHPê Eyup Kalkan û welatî beşdarî bernamê bûn.

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê di bergeha xebatên referandûma serxweûnê de li Qosera Mêrdînê konferansek tertîp kir.

Axavtina destpêkê ya bernamê ji teref Temsîlkarê Mêrdînê yê PAKê Bedran Acart kir, Acar di axavtina xwe de diyar kir li Kurdistana Iraqê xelk ev 200 sal e ku bendewarê serxwebûnê ye û ew jî ji ber vê yekê û jo bo piştgiriyê li vê derê civiyane.

"Li Kurdistana Iraqê xelk ev 200 sal e ku bendewarê serxwebûnê ye."

Acar di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê Kurdistana Iraqê bendewarê serxwebûna welatê xwe ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li Kurdistana Iraqê xelk ev 200 sal e ku bendewarê serxwebûnê ye. Em îro xwe gelekî bisiûd dibînin. Lewra ew  ê li ji bo Kurdistana Başûr ku parçeyek ji parçeyê welatê me ye hilbijartina serxwebûnê bê kirin. Em jî destek û piştgiriyê didin serxwebûna birayên xwe. Bo vê yekê em îro li vê derê li hev kom bûn. Ez hêvî û bawer dikim ku em ê her tim ji hev re bibin destek û alîkar."

Piştî axavtina Acarî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PDK BAKUR Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, Nûnerê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî û hiqûqnas Sabahattîn Korkmaz jî di bergeha piştgiriya serxwebûna Kurdistana Iraqê de axavtinek kirin.

Bername piştî axavtinan bi dawî bû.

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir