• DOLAR 32.563
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2434.924
  • ...
225 ton ka şewitî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Kahtaya Semsûrê di şewata ku di çewligekî derket de 225 ton ka şewitî.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di çewligekî ku li ser 7emîn kîlometreya Rêbeja Kahta-Semsûrê ye doh derdora seat 15.30an de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Xebatkarên çewligê çawa ku şewatê dîtin xeber dan îtfaiye û cendirmeyan.

Yekîneyên ku hatin cihê şewatê hewil dan êgir bi tefînin. Di encama şewata ku derket de 225 ton ka şewitî. Hat diyarkirin şewat ji ber parçeyên camê derketiye.

Cendirme li cihê şewatê tehqîqet da destpêkirin û sedema derketina êgir tê lêkolînkirin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir