• DOLAR 32.579
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2428.678
  • ...
Ji Îngilîstanê bi duçerxê hatin Medînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

9 Mislimanên Îngilîstanê  ji bo ferzê hecê bi cî bînin digel şert û mercên giran  bi duçerxeyan ji Îngilîstana ku di dûrahiya 3000 hezar kîlometreyan de ye hatin Medînê.

Mislimanên ku ji bo bigihijin Medînê ji Fransa, Almanya,Îsvîçre Lîhtenştayn,Îtalya, Yunanistan û Misirê derbas bûn nêzî 6 hefiyan di rêwîtî kirin.

9 rêwiyên duçerxe yên ku ji Îngilîstanê hatin Medînê derheqê mijarê de diyar kirin  ew berî ku bi rê kevin nêzî 3 mehan hisab û plan kirine û ji dema ku ew ketine rê û heta gihaştine Medînê li rasta zehmetî û şert û mercên giran ên hewayê hatine û beşa rêwîtiya wan a herî bi zehmet jî çola Misirê bû.

Rêwiyên duçerxeyan destnîşan kir ew di pêvajoya rêwitiya xwe ya li Ewrûpayê de li her derê ku ew bêhna xwe lê vedane Misliman li wan xwedî derketine û nanû xwarin dane wan ku ew yek ji ber vê mazûvantiya Mislimanan kêfxweş û şad in.

Abdullah Mukîthê ji rêwiyên duçerxê rêwiyek e dema ku gihaştin Mizgefta Pêxember a li Medînê  ji ser Facebookê weşana zindî kir û got: "Piştî rêwîtiya 6 heftiyane ez hest û ramanên xwe bi gotinan nikarim  bibêjim. Ez hêj bawer nakim ku ez gihaştime vê derê."

Dema ku koma duçerxevanan gihaşt Medînê ji teref girseyeke qelebalix ve hat pêşîwazîkirin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir