• DOLAR 32.523
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2422.288
  • ...
 "Heta ku em nebin Îbrahîmî em nikarin azad bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve ji bo Hz. Îbrahîm çêtir bê fêmkirin û bo bê yadkirin bernameyeke bi navê "Bernameya Fêmkirin û Yadkirinê yê Hz. Îbrahîm" hat tertîpkirin.

Bernameya ku li Salona Konferansê ya Mehmet Akîf Înan hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir û xwepêşana sînevîzyonê berdewam kir. Di bernamê de îlahî û ezgî hatin bidengkirin.

Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Osman Teyfur  derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir, Mela Tayfur di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ji bo mucadeleya Hz. Îbrahîm baş bê fêmkirin divê Misliman wek Hz. Îbrahîm bijîn.

"Divê em wek Hz. Îbrahîm wezîfeya xwe bi cî bînin"

Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda Hz. Îbrahîm wek ummetekê teqdîm kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xweda me jî wek ummetekê teqdîm dike. Ji ber vê yekê divê em wek Hz. Îbrahîm wezîfeya xwe bi cî bînin ku ev jî barê li ser milê me ye. Divê em îro li dijî wan hêzên ku însana ji însanetiyê derdixin, wan dixin nava agiran, heysiyat û şerefa wan dixin bin piyan  wek Hz. Îbrahîm bisekinin û ji wan re bibêjin na. Wezîfeya me ev e û tiştê ku ji me tê xwestin ev e. Riya rasterast jî ev e."

"Rêya xelasiyê û ya rast ev e"

Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê temamê Mislimanan ji bo karibin Hz. Îbrahîm zêdetir fêm bikin û wî yad bikin zêdetir hewil bidin. Teyfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em wek Misliman întîsabî dînê Îslamê ne û em bi vê yekê serbilind in. Riya Îbrahîmî Îslam e. Xweda tabîbûna milleta Îbrahîm û bi şiklekek rasterast teslîmbûna wî wek dînê herî xweş teqdîm dike. Em wek Mislimanan divê di vê meha Zîlhîceyê de ji bo karibin Hz. Îbrahîm zêdetir fêm bikin û wî yad bikin zêdetir hewil bidin. Lewra rêya xelasiyê û ya rast ev e."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir